Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyê Welêt a Partiya Çepên Kesk: Karê me hêj heye

Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyê Welêt, spasî li kesên ji bo Partiya Çepên Kesk bûn peywirdar û yên çûn, dengê xwe dan kir û xwest ku berê yên dengê xwe nedane bidin deriyên sînor û heta bi 14’ê Gulanê bikarin bi kî/ê re têkiliyê deynin, bila deynin.

Dengdayîn li derveyê welêt, duh bi dawî bû lê wê li ber deriyên gumrukê yên 46 welatan heta bi 14’ê Gulanê berdewam be. Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyê Welêt a Partiya Çepên Kesk, spasî li kedkarên di hilbijartinê de û yên dengê xwe dan kir û li ser du mijaran bang kir. 

Di daxuyaniya nivîskî ya bi serenavê “Dengdayîn li derveyê welêt, qediya lê karê me hêj neqediyaye” de, Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Derveyê Welêt, ev tişt diyar kirin:

“Gava pêşîn a hilbijartinê ya derveyê welêt qediya. Li 46 welatan dengdayîn wê heta 14’ê Gulanê li ber deriyên gumrukê berdewam be. Gelê me yê ji ber sedemên cuda nekarî dengê xwe bide, ji bo berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bîne, dikare heta 14’ê Gulanê dengê xwe bide.

KOORDÎNASYONÊ SPASIYA HEMÛ PEYWIRDAR Û HILBIJÊRAN KIR

Em Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyê Welêt a Partiya Çepên Kesk, spasiya hevalên xwe yên mişahid, peywirdarên partiyê, endamên desteya sindoqan, koordînasyonên xwe yên hilbijartinê ku ev xebat bi rêxistin kir, û gelê me yê tevî bi hezaran zehmetiyan dengê xwe da, dikin.

Em Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyê Welêt, dixwazin li ser du mijaran cardin bang bikin.

HETA BI 14’Ê GULANÊ MIROV DIKARE LI 46 NUQTEYÊN GUMRUKÊ DENGÊ XWE BIDE

A yekemîn; li derveyê welêt dengdayîn bi dawî bûye, lê heta bi 14’ê Gulanê mirov dikare li 46 nuqteyên gumrukê dengê xwe bide. Ne giring e ku mirov biçe kîjan nuqteya gumrukê. Divê em xizmên xwe yên li derdora xwe ku dengê xwe nedane, bibînin û bikin ku biçin berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin. 

BÊYÎ BÊHNDAYÎN MIROV DIKARE DERDORA XWE QANIH BIKE

Ya duduyan, wê encama hilbijartinan bi hilbijartinên li derveyê welêt diyar be. Hemû gelên me yên aştîxwaz, demokrasîxwaz û azadîxwaz, heta bi 14’ê Gulanê bêyî ku bêhna xwe bidin divê xizm, nas û hevalên xwe û derdora xwe bikarin pê re têkiliyê deynin û bikin ku dengê xwe ji bo têkbirina dîktator û avakirina pêşerojê bidin Partiya Çepên Kesk. 

Şeva 14’ê Gulanê, heta ragihandina serkeftinê, divê her welatparêz, şoreşger û demokrat bêyî sekin û westan li xebatê dewam bike.

Serkeftin, wê teqez bibe ya gelên berxwedêr!”